Bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî ji aliyê parlemana Yekîtiya Ewropayê ve, keyfxweşî xiste nav dilê xelkê Kurdistanê û li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xelkê li ser şeqaman keyfxweşiya xwe nîşan dan.
Li bajarê Seqiz û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê, piştî bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran ji aliyê parlemana Yekîtiya Ewropayê ve, xelkê azadîxwaz rijiyane ser şeqaman û bi dîlan û govendê û bi teqandina fişfişeyan kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Roja Pêncşemî 29ê Befranbarê, parlemana Yekîtiya Ewropayê bi 313 dengên erê, biryarnameya bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wek rêkxiraweke terorîstî pesend kir.