Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heştega “Spaha terorîst” li Twîterê sînora 11 milyon derbas kir

11:46 - 20 Kanûna Paşîn 2023

Piştî biryara parlemena Ewropayê ya derheq bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, heştega "Spaha terorîst" li ser Twitterê 11 milyon derbas kir.

Heştega “Spaha terorîst” di heyama 10 rojên borî de ji aliyê bikarhênerên torên civakî ve hatiye bikaranîn û daxwaz ji parlamana Yekîtiya Ewropayê hatibû kirin, ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê weke saziyeke terorîstî nas bike.

Ev heştege niha jî her berdewam e û roj bi roj hejmara wê bilind dibe.

Pesenkirina biryarnameya bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, dê ji bo Şêwreya Yekîtiya Ewropayê bê şandin da ku dawî biryar li ser bê dan.