Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dixwaze 37 kes û navendên rejîma Îranê tehrîm bike

11:51 - 20 Kanûna Paşîn 2023

Serkutkirina xwenîşanderan bi şêwazek hovane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bûye sedem ku Yekîtiya Ewropayê biryara tehrîmkirina 37 kes û navendên rejîmê bide.

Yekîtiya Ewropa di doma dorpêçên nû bo ser rejîma Îranê de, roja Duşemî 3ê Rêbenndanê, reşnivîsek bo zêdekirina navê 18 kes û 19 navendên girêdayî rejîma Îranê amade bike ku wan kes û navendan bi sedema beşdariya rasterast di binpêkirina mafê mirov û serkuta xelkê de, bêxe nav lîsteyê tehrîman.

Yekîtiya Ewropayê bi tekezî ragihaniye: “Biker û kesên ku di kuştina Jîna Emînî de rol hebûne divê bersivdar bin”.

Di vê reşnivîsê hatiye: Yekîtiya Ewropayê di meşa pêbendbûn bi pêregihîştin bi hemû pirsên cihê nigeraniyê li Îranê wek binpêkirina mafê mirovî, dê rejîmê rastî tehrîmên nû bîne”.

Wezîrê Werzîş û Ciwanan yê rejîmê “Hemîd Secadî Hizawe”, bi nav nûnerê meclîsa rejîmê “Mistefa Aqamîrselîmî”, Cihgirê Fermandeyê beşa Operasiyonên Spaha Pasdaran a terorîst “Ebas Nîlfirûşan” û yek ji fermandeyên Biryargeha Quds a Spaha Pasdaran û bi nav parêzgarê Sîstan û Belûçistanê “Mihemed Keremî” û hejmarek din ji berpirsên Deng û Rengê rejîma Îranê din nav wê reşnivîsa Ewropayê de ne.

Herwisa navê “Stada Emir bi Me`irûf û Nehî ez Monker” û akademiya “Rawîn” a rejîmê jî di vê reşnivêsê de hatine.