Endam û alîgirên rêbaza Pêşewa “Qazî Mihemed” û Hizba Demokrat, roja Pêncşemî 29ê Befranbara sala 1401an a Rojî, alaya pîroz a Kurdistanê li felekeya Fermandariya Bokanê bilind kirin û yada Komara Kurdistanê bilind nirxandin.
Endamên Hizba Demokrat li ber çavên 100an kes li felekeya Fermandariya Bokanê, alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin ku ji aliyê welatiyan ve bi germî pêşewazî jê hate kirin.
Hizba Demokrat bi hilkefta salvegera avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, tevî pîrozbahîkirin li xelkê Kurdistanê, destxweşiyê ji endam û alîgirên Hizba Demokrat li seranserê Rojhilatê Kurdistanê dike û hêviya tendirustî û berdewambûna wan di erkên Hizbî û netewî de dike.