Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Panizdehemîn Îna nerizayetiyê li Belûçistanê/ Mewlewî Ebdulhemîd jî bi tundî helwest nîşan da

16:20 - 20 Kanûna Paşîn 2023

Tevî rewşa ewlehî di çend rojên derbasbûyî de û danîna 15 xalên pişkinînê li bajarê Zahidanê, bi hezaran kes ji xelkê vî bajarî di 16mîn Îna nerizayetiyê de daketin kolanan û nav qadan û silogana “bimre dîktator, Xamineyî qatl e û wilayeta wî batil e” li dijî rejîma Îranê silogan dan.

Îro roja Înê 30ê Befranbarê, dîsan wekî çend hefteyên borî, rexneyên tun ên Mewlewî Ebdulhemîd li dijî rejîmê hebûn. Wî di xitbeya îro ya Înê de got: “Kesên temen 80 û 90 salî nikarin ji bo ciwanan biryarê bidin”.

Navbirî di beşek din a axavtinên xwe de got: “Divê em guhdarê axavtina ciwanan û jinan bin ne ku em wan bixine girtîgehan”.

Navbirî bi îşarekirin bi rewşa ewlehî li Zahidanê got: “Em di bajêr de şahidê rewşeke ewlehiya tund bûne û nêzî 15 xalên pişkinînê hatine zêdekirin.

Piştî nimêja Înê xelkê Belûçistanê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Silogana xelkê bajarên Belûçistanê wiha bûn: “Top, tank, fişfişe, axûnd divê wunda be, bimre dîktator, Xamineyî qatl e û wilayeta wî batil e, Xamineyî heya bike, dev ji welat berde, mirin bo dîktator û mirin bo spahê”.

Bajarên Belûçistanê çendîn hefte ye ku bi vî awayî têne ser şeqaman û li dijî tevahiya rejîmê serhildanê dikin.