Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê: Xurtkirina ruhê me yê yekîtî û hevgirtinê, garantiya bidestxistina mafên me ye

10:49 - 21 Kanûna Paşîn 2023

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Rêbendanê

Xelkê xweragir ên Kurdistanê!

Hizb û aliyên siyasî!

Îsal 77 sal bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbas dibe. Roja 2ê Rêbendana sala 1324`an a Rojî, li bajarê Mihabadê, “Pêşewa Qazî Mihemed” wek yekem Serkomarê Kurdistanê sonda yasayî xwar û Komara Kurdistanê ava kir. Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, vê roja dîrokî li tev xelkê azadîxwazê Kurdistanê pîroz dikin.

Komara Kurdistanê ku berhema xebateke dîrokî û pir ji qurbaniya gelê Kurd e ku di rewşeke aloz a navnetewî û deverî de hate avakirin. Di wan salan de cîhan tûşî şereke mezin bibû û beşek zêde ji neteweyên cîhanê di hewla rizgarkirin û serbixweyê de bûn. Di Îranê de jî, ti desthilatek bo dewletê nemabû, gelê Kurd jî wek neteweyên din ên zlimdîtî yên Îranê, ev yeka wek derfetekê dît û karî ezmûneke zêrîn bo xwe tomar bike û Komara Kurdistana ava bike.

Tevî ku temenê Komara Kurdistanê kêm bû, lê bi sedema karnameya rohn û ew proje û bernameyên ku darêtibû, heta îro jî karlêkerî li ser tevgera mafxwazaneya gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê de bi cih hêlaye. Rêzgirtin ji cudahiyên di navbera neteweyan de, ziman û ol, bawerî bi azadiya gotin, girîngîdan bi geşeya kultûr, huner û wêjeya netewî, perwerde û hînkariya bê beramber, handana keçan bo hînkarî û bi fermînasandin û cîbicîkirina xwendin bi zimanê dayîkê ne bi tenê bo zarokên Kurdan, belkî bo kêmîneyên zimanî yên din, pêşewazî û hembêzkirina xortên dilsoz ên neteweya Kurd li beşên din ên Kurdistanê û derfetdan bo xizmetkirin bi Komara Kurdistanê, hilbijartina rêya diyalog û jihevtêgihîştin digel hikûmeta Millî ya Azerbaycanê û pêşniyara hevkarî û hevpeymanî bona rawestan li hember dujminên hevpar, ji ezmûnên bi nirx ên Komara Kurdistanê ne. Wê Komarê bi bilindkirin û bi fermî ragihandina alaya Kurdistanê û danîna sirûda neteweyî û çemka pêşmerge, beşek zêde ji valahiyên li nav can û hizra netewî di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de tejî kir.

Îsal di demekê de em salroja 2ê Rêbendanê pîroz dikin ku, Komara Îslamî ya Îranê di xirabitirîn rewşa temenê xwe yê nehs de ye ku, heta niha neceribandibû. Ew zêdetir ji 4 mehan e ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ku çexmaqa vê şoreşê li Kurdistanê hate lêdanê û piştre seranserê Îranê li xwe girtiye, hêj jî berdewam e û xelkê nerazî li ser şeqaman daxwaza herîfîna Komara Îslamî dikin.

Bandor û berhemên vê şoreşa nû bi şêwazekê xuya ne ku, zêdetir ji her serdemekê hevpeymanî û hevdiliya neteweyên din ên Îranê digel netewa Kurd hatine afirandin; Partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji her demekê, amadebûna xwe bo hevkarî û hevahengî digel hev nîşan dane, piştevanîkirina navneteweyî li şoreşa nû ya gelên Îranê di gorê de ye û silogana “Jin, Jiyan, Azadî” wek sembolekê ji aliyê her azadîxwazekê li navxwe û derveyî Îranê tê dubarekirin û rêz jê tê girtin.

Piştî derbasbûna 77 salan ji avakirina Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê, niha careke din Kurdistan gelek bi cemawerîtir û berfirehtir ji serdema Komara Kurdistanê hatine nav qadan û bo mafên xwe yên rewa li dijî desthilata Komara Îslamî xebatê dikin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, li ser vê baweriyê ye ku, bihêzkirina rihê yekîtî û pêkvemana me ku di vê şoreşa nû de li nav hemû tax û qatên civaka Kurdistanê de çê bûye, digel bihêztirkirin û lezgîntirkirina piroseya hevkarî û peroje û bernameyên hevpar ên Hizbên Kurdistana Îranê, hêsantir gelê Kurd dikare mafê xwe bi dest ve bîne û dibe handereke bihêz ji bo beşên din ên Îranê, û ew jî her heman armanc in ku Komara Kurdistanê di heyama temenê xwe de kar bo dikir.

Pîroz be salroja 2ê Rêbendan, roja netewiya Kurdistanê

Jin, Jiyan, Azadî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

30`ê Befranbara sala 1401`an a Rojî

20`ê Kanûna Paşîna 2023`an