Roja Înê, 30 Befranbarê, têkoşer û endamên dilsoz yên PDKÎ li bajarê Sinê, bi hilkefta 2ê Rêbendanê, 77emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û danîna logoya hizbê li ser gora şehîdên serhildana “Jîna”yê rêz ji nav û bîra wan şehîdan girtin.
Têkoşerên Demokratê li bajarê “Sinê” tevî hebûna rewşek ewlehî û milîtarîzekirina bajar salroja avakirina Komara Kurdistanê û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û şehîdên şoreşa “Jîna”yê bilind ragirtin û digel rê û rêbza şehîdan û armanca Komara Kurdistanê peyman nû kirin.