Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rapirsiyekê de ku hatiye ragihandin ji sedî 60 xelkê Îranê di xwenîşandanên seranserî de beşdarî kirine

11:24 - 21 Kanûna Paşîn 2023

Pêka rapirsiyekê ku ji aliyê “Dadêhayê Bazê Îran” ve hatiye encamdan ji sedî 60 xelkê Îran û Kurdistanê di xwenîşandanên seranserî de beşdarîkirine .

Kurtek ji vê amarê ku pêka vê rapirsiyê eşkere bûye wiha ye:

Ji her 10 kesan ku bersiv dane 6 kes ji wan beşdarî xwenîşandanan kirine.

Hejmara zilaman ji jinan zêdetir bûye.

Ji sedî 76 ji wan kesan di bersivdanê de ragihandine an bixwe an jî yek ji kesên malbatê di serhildanê de beşdarî kirine.

Her di vê pêwendiyê de ji sedî 71 ji bersivderan ragihandine ku zêdetir ji 10 caran beşdarî nava xwenîşandanan bûne.

Herwisa 1 li ser 3ê ya bersivderên wê rapirsiyê ragihandine ku di xwenîşandanan de birîndar bûne.