Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî li derheq bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîmê

11:28 - 21 Kanûna Paşîn 2023

Berpirsê Navenda Giştî yê Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê li ser rûpela tora civakî a “Twîtera” xwe li derheq bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîma Îranê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

“Dengê herî zêde ya parlemena Ewropayê ya li derheq xistina Spaha Pasdasran di nav lîsteya reş ya girûpên terorîstî ya vê yekîtiyê de, pêngavek girîng e li derheq berevanîkirin ji nirxên demokratîk û bitaybet tevgera azadîxwaz ya hemû gelên Îranê.”

Vê destkevta girîng, ji hemû jin û mêrên azadîxwaz yên Îranê re pîrozbahiyê dibêjim.