Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Hizba Demokrat li Danmarkê di kombûna berpirsên “UNICEF”ê de beşdarî kir

11:44 - 21 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 29`ê Befranbara sala 1401`an a Rojî(19`ê Kanûna paşîna 2023`an), Heyetek ji nûnerên hêz û aliyên siyasî û medenî yên Kurdistan û Îranê û çalakvanên siyasî yên Îranê li Danmarkê, digel berpirsên “UNICEF”ê kombûnek lidar xistin.

Di vê kombûnê de çend kes ji nûnerên Komîteya Hizba Demokrat li Danmarkê ku, ji Cêhgirê Berpirsê Pêwendiyên Navneteweyî “Husên Mehmûdî” û Nûnerê Komîteyê “Wirya Mellak” pêk hatibû, di pêwendî digel aliyên Îranê, beşdar bûn.

Di vê kombûnê de ku, digel heyeteke “UNICEF”ê bi serperestiya Berpirsa Giştî ya “UNICEF” li Danmarkê “Sûzan Dal”ê bi rê ve çû, heyeta beşdarbûyî piştî veguhastina zaniyariyên girîng, daxwaziyên xwe ku pêhatibû ji “Daxwaziya piştevanîkirin a zêdetira “UNICEF”ê ji serhildana gelên Îranê bi rêya ragihandinan û herwisa helwetstgirtina “UNICEF” li dijî îdamkirina nûciwanan ji aliyê rejîma Îranê” ve di nameyeke fermî de bo “UNICEF”ê pêşkêşkir.

Herwisa heyeta Hizba Demokrat daxwaz kir ku “UNICEF” bi hestiyariyeke zêdetir mêzeyî vê deverê bike ku tûşî gelek kirîzan bûne û bi tenê bi sedema vê yekê ku ofîsa wan li navenda Îranê de ye, neteweyên din di derdorê de berçav bigirîn û bona wergirtina zaniyariyên serast û bi belge li serçaveyên wek Ragihandina Hizba Demokrat mifahê verbigrin.

Beşa dawî ya gotinên heyeta Hizba Demokrat taybet bû bi destdirêjîkirina hêzên rejîmê bo ser binçavkiriyan di girtîgehên rejîmê de. Di vê beşê de jî tevî îşarekirin bi rapora “CNN”ê ya li derheq vê pirsê e, ji “UNICEF”ê daxwaz hat kirin ku li hember wan kiryarên rezîl yên rejîmê de bê deng nemînin û helwestek micid bigrin.