Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza gaza malan û gaza CNG di çendîn bajarên Îranê de dijwartir bûye

12:06 - 21 Kanûna Paşîn 2023

Di bajarê Meşhedê de, bi sedema nebûna gaza “CNG”ya hewce bo maşînan, xelk rastî pirsgirêkên hatinûçûnê bûne û jiyana wan dijwartir bûye, û bi sedema qutbûna gaza bajar di bajarên Torbet Cam û Ferîmanê de xelk bi sedema sir û sermayê neçar mane mifah ji şewatên din verbigire û çendîn demjimêran di rêzê de bisekinin.

Herwisa di bajarê Meraxeyê de jî, bi sedema nebûna gaza “CNG” bo maşînan, bi 100an maşîn di rêzan de rawestane da ku bikarin bo maşînên xwe şewata hewce dabîn bikin.

Saziya Keş û Hewa ya rejîmê texmîn kiriye ku, di hefteya bê de pileya sermayê ji sedî 90 a deverên Îranê, dê dakeve bin sifrê û qutbûna gaza bajaran dê gelek zêdetir bibe.