Me li derheq kirîza qutbûna gazê li Îranê digel Silêman Taşan rojnamevan û çalakvanê siyasî hevpeyvîn pêk anî û navbir di vê derheqê de got: “Welatek dikare îdaya pêşkevtin û xweşderbasiyê bike ku, di heqîqetê de di warê dabînkirina hewcehiyan de pêşkevtî û bi bê arîşe be”.
Hevpeyvîn: Hesen Mukerem
P: Gelo Komara Îslamiya Îranê di demsalên Havîn û Payîzê de gef ji welatên Ewropî dixwar ku dê bo gaza Zivistanê hewcehî wan bin, lê, niha ev pirsgirêk pêsîra Îranê bixwe girtiye, hûn vê çawa dinrxîsin?
B: Îran bitaybet piştî serhildana şerê Ukrayînê hemû hêviyên vê ev bûn ku welatên Ewropî û Rojavayî tûşî kirîzan bibin û piştire zivistanek dijwar û sar çavnhêrî wan bike, texmîna Îranê li ser bingeha dijmnatiya gelan e û pê xweşe hemû cîhan tûşî kirîz û arîşe û şeran bibin û serkevtinên xwe di nexweşiyan de dibîne û her ev şêwaza siyasetê ye ku xalî kiriye nav serê Îranê de. Ha evya me dît ku Ewropa bi hişmendî û lojîk û siyaseteke hişmendiyane aboriya xwe derbaskir û herçend ku bo heyamekê nirxa gazê gelek bilind bû, lê piştire altirnatîfek din peyda kir û enbarên xwe tijî gaz kirin û her di rojên derbasbûyî de, me ev yek bihîst ku nirxa gazê li Ewropayê bo nirxa pêş li serhildana şerê Ukraynê zivirî.
Welatek dikare îdaya pêşkevtin û xweşderbasiyê bike ku, di heqîqetê de di warê dabînkirina hewcehiyan de pêşkevtî û bi bê arîşe be. Îranê wisa dizanî ku piştî wan kirîzên di demsala Havîna borî de hatin gorê, êdî welatên Ewropa û Rojavayî dest bo aliyê Îranê dirêj dikin û di lihevkirina etomî de jî, nermî nîşan bidin, bi vê armacê ku Îran kirîza gaza wan ji wan re çareser bike, lê, ev yek rû neda, sedema vê jî wedigere bo vê ku Îran ev welat nine ku bibe altirnatîfa dabînkirina gaza sirûştî, da ku vê yekê çareser bike. Di heyama du dehkên derbasbûyî de gaz bûye hewcehiyeke sereke bo germahiya malan û operatorên pirojeyên pêşesazî û şewata goncav bo rawestgehên berhemanînên elekterîkê, û ti demî bi qasî îsal Îran di kirîza kêmiya gazê de nebûye. Ya ecêb di vê yekê de ye ku Ewropiyan bixwe gaza wan tuneye, lê, kirîza xwe çareser kirin û nehêlan xelkên wan di vê demsala Zivistanê de îhsas bi sirr û sermayê bikin, kiçî Îran ku di asta cîhanê de duyem welatê dewlemend bo çavkaniya gaza sirûştî tê hesab kirin, hewcehî bi vê ye ku malên xwe pê gerim bikin û di rojên derbasbûyî de herçawan ku medyayan belavkirin û me dît ku heta li Tehran û hinek bajarên din gaz li ser xelkê de qut bû.
P: Welatên Ewropî bi zelalî dibînin û dizanin ku Komara Îslamiya Îranê çi bêdadiyekê ser xelkê xelkê xwe de tîne, hûn bêjin ev ji ber hewcehiya gazê zêde givaşan naxin ser Îranê?
B: Di destpêkê de ev yek ji bîra me neçe ku bo welatên Ewropayî, berjewendiyên aborî û siyasî li pêş nirxên mirovan in ku, heta ev bixwe jî bangihêjiyê bo dikin, di berê de ev yeka selmandine û weke bikujê Dr. Qasimlo bi kincên xwînavî ji aliyê polîsê Nemsa hat desteserkirin, lê, bi sedema danûstandinên aborî û siyasî yên di navbera du welatan de, polîs çavên xwe li ser wan bûyeran giritin. Welatên Ewropayî û Amerîkayê jî, di heyama sê salên derbasbûyî de bitaybet piştî hatina ser kar a Jeo Biden, poanên zêde dan bi Îranê, da ku digel wan rêkbikeve, tevî vê ku eşkere ye ku Îranê li ser ti sozekê sor nine û bi nehînî bi berdewamî li hizira geşe dan bi bernameya navkî ya xwe bûye.
Eger hûn rastiyê bixwazin gaza sirûştiya Îranê weke kalayeke stiratîjîk bo heyameke dem kurt ti bandorek di vê pêwendiyê de tuneye, çimkû Ewropa bixwe jî dizane, Îran ev welat nine ku bi wan demên nêz de beşek ji hewcehiyên gaza Ewropayê dabîn bike, lê, di demdirêjê de di egera rêkkevtin û nemana sizayên aborî renge çavnhêrî vê yekê bin ku, kompanyayên xwe bişînin, û di wî warî de berhemanîn bikin. Bi baweriya min niha ku eger rejîma Îranê li warê pêwendiyên aborî û siyasî hinek poanan bide bi Ewropayê, ev jî bi beşek di hewestên baş yên xwe bi taybet yên di 4 mehên derbasbûyî de anîne gorê paşe kêşî dikin, herçend ku ev kirîzên siyasî û aborî pêsîra Îranê girtine û wiha bi hêsanî nikare lê derbas bibe. Pirojeyên Îranê hewcehî bi dehan û bigire sedan milyard Dolarî hene ji bo vê ku nûjen bikin û Îran bikin bi welateke hinardekirina sereke ya gazê lê, ev yek zehmet e di heyama jiyana Komara Îslamî de rû bide.
P: Bi nerîna we eger welatên Ewropî bi tewahî rejîma Îranê tehrîm bikin Erebistan û welatên din yên berhemhênerên gazê bikarin gaza hewce ya cîhanê dabîn bikin?
B: Herçawan ku min jorê jî qala vê yekê kir ku, Îran di rewşekê de nine bo tijî kirina hewcehiyên cîhanê bo bi gaza sirûştî pişta xwe lê rast bikin, ev gaza ku Îran dişîne zêdetir di demsala Havîn û wan mehên salê de ye ku bi sedema dabezîna bikaranîna li navxwe de, berhema zêde ya xwe hinarde diker, lê, di desmsala Zivistanê de û di dema daketina pileyên germahiyê, neku nikare gazê hinarde bike, belku Îran bixwe bûye yek ji bikirên gaza sirûştî. Her di heyama çend rojên derbasbûyî de, medyayên fermî yên Îranê bixwe belavkirine ku, Turkemenstana gaza sirûştî nafroşe bi Îranê, û Îran jî, ev gaza ku berhem tîne, beşa hewcehiyên navxwe nake.
Îran di vê rewşê de, tenê çavê vê ji vê ye ku, hewcehiyên navxwe dabîn bike, herçawan ku dizanin ev heyama çar mehane serhidan û xwenîşandanan, seranserê Îranê girtiye, hikûmet naxwaze xelkê zêdetir tor bike, û li ser neçariyê, hinek rêçareyên nû girtiye berahîka xwe. Roja Duşema derbasbûyî li 11 parêgehên Îranê de, bêhnvedan hatibû ragihandin, û sedema vê jî bo kêm bûna gazê wedigere.
Pirsa dabînkirina gaza sirûştiya cîhanê tişetek nine ku li ser Îranê mehtel mabe, herçawan ku min li jorê jî qal kir, Îranê bixwe hewcehî bi gazê heye, belku welatên din weke Qeter, Azerbaycan û welatên din yên Kendavê rola zêdetir dilîsin. Berê piraniya hewcehiyan Rûsyayê dabîn dikir, lê, bi sedema şer berahîka vê rû li welatên Rojhilata Navîn kiriye, û her bi vê sedemê ye ku, derfeteke zêrîn li pêş welatên xwedî gaz e û mifahê jê werbigrin. Eger rejîma Îranê biherife û hikûmeteke nû û demokrat ava bibe, bi xatircemî ve, dikare rola sereke bilîse di dabînkirina ewlehiya wizeya cîhanî de, lê, niha dibînin ku hêzeke terorîstî weke Spaha Pasdaran dest bi ser aboriya welat de girtiye û hêzeke jî ku bixwe jî sedema alozkirina ewlehiya cîhanê ye û nikare ewlehiyê dabîn bin.
P: Wezîrê Neft yê Îranê ji rojnamevan re got ku ez li mala xwe kincên germ ji xwe dikim û germahiya mala xwe jî di navbera 21 heta 22 derecan gerim dikim ev gotinên wî hûn çawa dinirxînin?
B: Axavtinên wî wezîrî, kupika neşiyan û bê desthilatî û xirabiya bandora sîstema siyasî ya Komara Îslamiya Îranê dide selmandin. Li heyama Komara Îslamiya Îranê hatiye avakirin ti kabînyek biqasî vê kabîneya niha nexwendevar nebûne. Û yên ku siyaseta aborî û wizeyê dadirêjin, li Spaha Pasdaran hatine nav lîstika siyasetê de, û her bi vê sedemê ye jî bilî siloganan ti tiştek din ji destê wan nayê. Eger Îran xwediyê desthilateke berpirsyar ba û hevşêweya welatên pêşkevtî li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rêzgirtin ji aştiya cîhanî û pêşxitina cîhanî kar bikira, ev yek nek di navxwe de ji hewcehiyên wiha bê niyaz dibû, belku dikarî bibe bi dabînkerê sereke ya wizeyê bo welatên cîhanê, bitaybet welatên Ewropayê.
Pêk amaran, qebareya giştî ya paşkevta gaza sirûştî li Îranê bi 33 Tirllyon metir 3cî tê berhev dan. Îran dewlemende di çavkaniyên sirûştî û di wî warî de, di asta cîhanê de pileya duyem heye. Ji sedî 17 koma gaza sirûştî ya cîhanê ku heta niha hatiye peyda kirin di Îranê de ye. Dema ku wisa ye Îran zemîneyek zêde tê de heye bo bûn bi welateke girîng a hinardekirina gaza sirûştî, lê, kompaniyayên pêşkevtî yên cîhanê, bi li berçavgirtina wan hemû sizayên ku li ser Îranê de hatine sepandin bo li berçavgirtina zalbûna rejîmekê ku hitbareke giştî tuneye, û li ser lêva herfînê ye, amade nin di wî welatî de berhemanînê bikin, û ev yeka jî jêrxana berhemanîna gazê li Îranê paş xistiye. Bilî vê yekê amûrên berhemanîna gazê yên Îranê kevin bûne û hewcehî bi nûjenkirinê hene, lewma sal li pey salê dibe çavnhêrê xerabitir bûna vê beşê li Îranê de bin.
P: Gelo rejîma Îranê di vê kirîza heyî ya kêmbûna gazê de dikare gaza hin wealtên din dabîn bike di halekê de ku bo dabînkirina gaza hewce bo pîşeya xwe gaza piraniya parêzgehan qut kiriye?
B: Na nikare dabîn bike tenê kêmek berhemanîna xwe bo Îraqê dişîne ji bo vê ku weke şewata rawestigehên berhemanînên elekterîkê mifahê jê werbigire û ev yeka jî pêka girêbestê hatiye encam dan, ez dikarim bêjim biqasî ku rehenda siyasî û ewlehî heye ewqas rehenda aborî tuneye.
Berê gaza Îranê bo welatên Turkemenistan, Tirkiye, Ermenistan, Pakistan, Hind û Îraq dihat şandin, lê, niha ev heyama çend salane ku bitaybet ji vê dema ku Trump sizaya giran a aborî li ser Îranê de sepandin, qebareya berhemanînê bi cihê zêdekirinê kêm dibe û ev berhem anîna gazê ku heye bi tevahî para wî nake, û eger kêmek hinardeyî Îraq û Tirkiye dike, ev li ser neçariyê ye, çimkû hinek caran girêbest wan neçar dikin, berhemanînê dabîn bike, eger li navxwe jî tûşî kirîzê bibe. Koma berhemanîna gaza Îranê pêk tê 850 milyon metra 3cî di rojekê de, û ji sedî 80 ji vê berhemê jî bo malan vediguhese û bi sedema daketina pileyên germahiyê bikaranîna şewatê zêde kiriye, û Îranê hewcehî bi berhemanîna sedan milyon 3cî gaza din heye, ji bo vê ku hemû hewcehiyên navxwe bi gazê dabîn bike. Ji ber kirîzan ev heyama du salane hikûmetê bixwe şewata pareke zêde ji rawestigehên berhemanînên elekterîkê yên li navxweyî Îranê, bi mazot an nefta reş guhertiye û ev yek jî xisareke zêde digihîne bi jîngehê.