Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Venkoverê bo piştevanîkirin li xelkê serhildayî yên li Kurdistan û Îranê meşa xwenîşandanê hat lidarxistin

19:23 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 30`ê Befranbara 1401`ana Rojî(21`ê Kanûna Paşîna 2023`an), bi beşdariya hezaran kes ji neteweyên Îranê û bi taybet Kurdên rûniştiyên bajarê Venkovera Kanadayê, bona givaş xistin li ser hikûmeta Kanadayê bo vê ku Spaha Pasdaran bixin nav lîsteya girûpên terorîstî de, û her bi vê mebestê jî, li ber deriyê avahiya kanala televîzyonî ya “CBC” ya wî welatî birêve çû.

Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, weke yek ji rêkixirawên wê xwenîşandanê, peyamekê ku ji aliyê “Jînû Kerîmî” ve li derheq rewşa ewlehî a bajarên Kurdistan û Belûçistanê hatibû amadekirin pêşkêşî amadebûyan hatkirin.

Herwisa di beşeke din a vê bernameyê de, Xodabexiş Reîsî wekî nûnerê Belûçên nişteciyên Vekoverê, raporek derbarê tawanên rejîmê yên li dijî Belûç û Kurdistanê pêşkêş kir.

Hêjayî gotinê ye ku, bername bi sirûd, mûzîk û dîlanên Kurdî bi helkefta biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo nasandina Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî, li ber deriyê avahiya kanala “CBC”yê heta hemberî Art Galiriyê meşiyan û siloganên li dijî rejîmê dan.   

Beşa ragihandina Komîteya Rojavayê Kanadayê