Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolber News amara sala 2022 a kuştî û birîndarbûna kolberan belav kir

10:33 - 1 Kanûna Paşîn 2023

Pêka amarên Kolber Newsê 43 kolber li sala 2022an hatine kuştin û 215 kolber jî birîndar bûne.

Kolber Newsê di rapora xwe ya amarî de belav kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2022an de, bi gelemper 258 kolber li deverên sînorî û rêyên di navbera parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de, bi sedemên cuda yên wek teqeya rasterast a hêzên rejîmê, renî, sir û seqem, teqîna mîn û berbûn ji bilindahiyan ve hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Di sala 2022an de bi gelemper 43 kolber bi sedemên cuda hatine kuştin ku amara wan wiha ye:

29 kes bi sedema teqeya resterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê

1 kes bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve

4 kes bi sedema qersîn li sir û seqemê

1 kes bi sedema xendiqîn li nav avê di dema kolberiyê de

5 kes bi sedemên cuda yên wek sekinîna dil di dema kolberiyê de

Herwisa di sala 2022an de 127 kolber bi sedemên cuda hatine birîndarkirin:

160 kes bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê

17 kes bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve

10 kes bi sedema teqîna mînên şerê Îranê û Îraqê

14 kes bi sedema lêdan û kutan ji aliyê hêzên rejîmê ve

14 kes bi sedema bûyerên hatinûçûn li dema kolberoyê.

Herwisa pêka amarên parêzgehî yên Rojhilatê Kurdistanê amara kuştî û birîndaran wiha ye:

Parêzgeha Urmiyê 19 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Parêzgeha Sineyê 100 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Parêzgeha Kirmaşanê 139 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.