Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Ewlehî ya Almaniyayê ji xelkê Îranê yên ku li wî welatî dijîn hişdarî da

18:10 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Pêka raporên nûçegihaniyên Almaniyayê Berpirsê Parastina Ewlehiya navxweyî ya  welatê Almaniyayê “Tomas Haldên Wang” roja Yekşemî 11`ê Befranbarê di daxuyaniyekê de tevî hişdarî dan bi xelkê Îranê ku li wî welatî dijîn gotiye: “Rejîma Îranê bi hûrî çavedêriya wan kesan dike ku dijberî rejîma Îranê ne û rûniştiyê wî welatî ne, lewma, divê hemû ew kesên Îranî ku zêdetir ji 200 hezar kesin haydarê xwe bin û ji seredana bo Îranê û çalakiyên zêde di nava torên civakî de xwe biparêzin.”

Herwisa navbirî ragihand ku, di niha de li Îranê serhildan li dijî rejîma Îranê berdewam e û seredana welatiyên Îranê bo Îranê metirsîdar e û divê xwe biparêzin”