Endam û alîgirên Hizba Demokrat di bajarên “Mihabad, Kamêran, Bokan, Serdeşt, Seqiz, Nexede, Bane û Şino”yê de çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.
Pêka nûçe û raporên gihîştin “Kurdistanmedia” yê, şeva Şemî 1`ê Rêbendana 1401an a Rojî, bi hilkefta salvegera avakirina Komara Kurdistanê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarên “Mihabad, Kamêran, Bokan, Bane, Serdeşt, Seqiz, Nexede û Şino”yê, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.
Di bajarê “Nexede”yê de bi bilindkirina alaya pîroza Kurdistanê û belavkirina traktên taybet bi 2`ê Rêbendanê li rêya di navbera “Nexede-Qarnê” de çalakiyeke berfireh a banghêjiyê hat lidarxistin.
Endamên Hizba Demokrat di wan cihên Bokanê de çalakiyên berfireh lidar xistin: Rêya Nobar, gundên “Qadirava, Baxçe, Serbaxçe, Paşbulax, Nobar, Terexe û Çiwardîwar”.
Di bajarê Baneyê de jî endamên Hizba Demokrat li çiyayê “Arbaba”yê çalakî lidar xistin.
Di bajarê Mihabadê de li deverên “Sarim, Mîrqazî, Şamat, çemê Mecîdxan” û gundên “Qebakendî û Xankendî”yê de, çalakiyêyên berfireh ên banghêjiyê hatin lidarxistin.
Herwisa endamên Hizba Demokrat di bajarê Mihabadê de seredana tirba şehîdan kirin û bi danîna deste gulan û alaya Kurdistanê li ser tirpa wan şehîdan, yada 2`ê Rêbendanê bilind ragirtin.
Di bajarên “Seqiz, Kamêran û Serdeşt”ê de jî, bi hilkefta 2`ê Rêbendanê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî destxweşîkirin ji tev endam û alîgirên Hizbê li Rojhilatê Kurdistanê, hêviya tendirustî û berdewamiya wan di cîbicîkirina erkên hizbî û netewî de dixwaze