Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biriyara binçavkirina demkî ya Edirîs Mênberî hat demdirêjkirin

11:07 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Biriyara binçavkirina demkî ya çalakvanê Medenî û endamê rêveberiya encûmena Çandî û Civakî ya Nûjîn “Edirîs Mênberî” bo yehama 10 rojên din hat demdirêjkirin.

Ev çalakvanê Medenî eva heyama 35 rojane ku di girtîgeha îdareya Îtilaata rejîmê ya bajarê Sinê di bin lêpêçînê deye û heta niha ti zanyariyek li derheq tohmetên ku bi ser de hatinî sepandin ji ber dest de nîne .

Herwisa çavkaniyek agehdar ragihandiye ku “Edirîs Mênberî” di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ji aliyekê din ve Encûmena Çandî û Civakî ya “Nûjîn” daye zanîn ku “Edirîs Mênberî” pêka esasnameya vê encûmenê bi armanca parastina mafê zimanê Kurdî li Kurdistanê di dema lêpêçînê de tenê bi zimanê Kurdî bersivê dide lewma eva xwe bûye sedem ku giwaşên zêdetir bixine ser wî.

Roja Yekşemî 27ê Sermawezê hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşî ser mala navbirî kirine û piştî vekolîna malê û birina kelû pelên kesî ew jî binçavkirin.

Herwisa roja 28ê Befranbarê hevjîna wê “Soma Pûrmihemed” di dema lipeyketin bo dosiyeya hevjîna xwe ji aliyê hêzên rejmê ve hatiye binçavkirin.