Ciwanên bajarê Urmiyê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê daxuayniyek belav kirin û çalakiyên banghêjî yên taybet bi vê roja dîrokî belav kirin.
Di beşek ji daxuyaniya ciwanên bajarê Urmiyê de hatiye: “77 salan berî niha, Komara Kurdistanê li 2ê Rêbendana sala 1324an a Rojî li meydana Çarçiraya Mihabadê, bi destê Rêberê hertim zindî “Pêşewa Qazî Mihemed” û hejmarek din ji kesayetiyên navdar û siyasetmedarên seranserê Kurdistanê hate avakirin, em wek ciwanên bajarê Urmiyê salvegera avakirina Komara Kurdistanê bilind radigirtin”.
Herwisa di beşek din a vê daxuyaniyê de hatiye: “Rejîma Îranê di rewşa hilweşînê de ye û ji her aliyekê ve hatiye dorpêçkirin û take silogana xelkê Îranê herifîna rejîma Îranê ye, berî her tiştekê divê yekîtî û hevahengiya di navbera neteweyan bi taybet neteweyên Kurd û Tirk de berçav bigrin û her wekî Komara Kurdistanê ew yekîtî garantî kiribû”.
Herwisa wan ciwanan bi belavkirina trakt û posterên taybet li ser şeqam û kolanên bajarê Urmiyê bi taybet li şeqama Moderris û kolanên deverê bi awake berfireh, yada 2ê Rêbendan, pîroz kirin.
Di dawiyê de em weke ciwanên Urmiyê silav û rêz li canê pakê avakerê Komara Kurdistanê, şehîdên azadiya Kurdistanê û bi taybet şehîdên şoreşa dawî ya “Jîna”yê silav dikin.
“Jin, Jiyan, Azadî”