Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di xişteya azadiya înternetê de li pileya herî xwarê de ye

14:17 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Rejîma Îranê di sala derbasbûyî ya Zayînî de li warê azadiya înternetê, li xwartirîn pileyê de cih girtiye û wek dujminê mezin ê înternet û azadiya gihandin a zaniyariyan hatiye naskirin.

Malpera “Sêrf Şark” li roja Şemî 1`ê Rêbendanê, di nûtirîn rapora xwe de li derheq sînordarkirina înternet li cîhanê ragihand, di sala derbasbûyî ya Zayînî de, rejîma Îranê bi 11 haletên sînûrdarkirina înternetê, di pileya duyem a zêdetirîn sînûrdarkirina înternetê de cih girtiye.

Pêka vê raporê, rejîma Îranê di sala 2022an de 2 torên civakî “Watsap û Înstagram” fîlter kiriye û înterneta 4 deweran ku yek ji wan Kurdistan e, bo heyama 336 demjimêran qut kiribû û 5 haletên qutkirina seranserî ya înternetê bi heyama 330 demjimêran hebûye.

Pêka lêkolîna dawî ya malpera “Sêrf Şark”, di sala 2022`an de 10 welat ku zêdetirîn sînûrdarkirina înternetê hebûne ev in: “Camo û Keşmîr, Îran, Hindustan, Sûdan, Borkînafaso, Zîmbabwê, Pakistan, Rûsiye, Kûba û Siyêralêon”.