Xwendekarê beşa zanistên siyasî yê zanîngeha “Mît Yûnîversîtêt” a Sewêdê “Hawar Baziyan”, bawerînameya xwe ya Masterê(Serwey Lîsans), pêkêş bi yekgirtina refên Hizba Demokrat kir.
“Hawar Baziyan” di vê derheqê de bi “Kurdistanmedia”yê re ragihand: “ Bi şanaziyê ve, bidestveanîna bawerînameya Mastera xwe ku li ser Kurdan û Demokrasî li Rojhilatê Kurdistanê ye, bi hevgirtina Hizba Demokrat ku dilê min û hezaran Kurdî xweş kiriye, pêşkêş dikim, û yekgirtina vê hêzê ku nêzî 80 salan e pêşengê demokrasî, azadî, mafê mirov û jiyaneke modern bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye û bi vê armancê xebateke bi wec birêve biriye û gelek qurbanî jî daye.
Navbirî di bawerînameya xwe de bas ji hewl û xebata gelê Kurd bo gihîştin bi desthilateke gelî di çarçoveya Îranê û cihgîrkirina demokrasiyê, piştî şoreşa gelan di Îranê de û herifîna rejîma paşayetî kiriye ku ji aliyê desthilata navendî ve hatibû serkutkirin.
“Hawar Baziyan” endamê çalak ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye ku, li başûrê Kurdîstanê li beşa zimanê “Ingilîsî” li zanîngeha “Selahedîn” bi dawî anî ye û hevdem wek rojnamevanekî xebat kiriye û heyama 11 salan di welatê Swêdê de mamosteyê zimanê “Ingilîsî” ye.