Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê şandina perê Dolar bo Îraqê kêm kiriye

15:43 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Malpera “Middle East Eye ” ya Birîtaniyayê di raporekê de belavkiriye ku, qaçaxçîtiya Dolar ji Iraqê bo welatên cîran û diziya sedsale ku bi talankirina nêzîkî 2.5 milyar Dolarên Îraqî ji aliyê çend kesan ve ye, sedemên sereke yên neliheviya Dînarê Iraqê li hember Dolar in.

Hikûmeta Îraqê rûbirûyê kêmbûna perê Dînar e, ne dolar, ji ber ku Banka Federalî ya Amerîkî li New Yorkê her meh 10 milyar Dolar dahatên petrolê ji Îraqê re dişand, di heman demê de banka navendî bi rêya bankên bazirganî ve diguherand bi Dînar, mûçeyê hevwelatiyan dida, lê, niha Dolar ji Amerîkayê kêm bûye, ev jî bûye sedem ku Dînarê banka navendî ya Iraqê dakeve.

Her di vê pêwendiyê de, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê gotiye, Banka Federal ya Amerîkayê, jimareyên nû yên rêzî li ser perê Dolarên ku ji Iraqiyan re dişîne danîne da ku, wiha hêsantir bişopîne ku ew pere bo çi cihekê diçin.

Herwisa li gorî rapora vê rojnameyê,, tedbîrên nû dê rêjeya qaçaxkirin perê Dolar ji Iraqê bo Îranê bi rêjeya ji sedî  80 kêm bike.