Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi hilkefta 2`ê Rêbendanê,salroja avakirina Komara Kurdistanê

17:25 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Berpirsê Giştî yê Navenda Birêbveberî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 2`ê Rêbendê salroja avakirina yekemîn Komara Kurdistanê li Mihabadê li ser rûpela tora civakî ya twîterê xwe peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Di 77emîn salroja Komara Kurdistanê de tekoşîna me ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa yên hatinî zeftkirin didome; Ziman, ala û hêza Kurdî ya ku Komarê da bi me û dijberên me ji destê me girtin.

Silav li 2 Rêbendanê, silav li “Pêşewa Qazî Mihemed” avaker û serkomarê Kurdistanê û hemû evîndarên wê rêyê.