Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sabîr Ebdulahîzad: “Girtin û sizadana Îranîyên ku di heman demê da hemwelatîyê welatekî din in, ji bo rejîma Îranê bûbû derfetek û karteke givaşxistinê ji bo bidestveanîna serpişkîyên malî û sîyasî”

18:36 - 22 Kanûna Paşîn 2023

Me digel Sabîr Ebdulahîzad pisporê maf li derheq bidarvekirina girtiyan ji aliyê rejîma Îranê ve hevpeyvîn pêk anî û navbirî got Sabîr Ebdulazade: “Darvekirin wekî sizayê ku mirov li mafê jîyanê bêpar dike, hertim yek ji wan amûran bûye ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê li dijî dijberên xwe û nemaze li dijî Kurdan bikar anîye.”

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: îdamkirinên Bikom ku di girtîgehên Îranê de diqewmin nîşana çi ne?

B: Darvekirin wekî sizayê ku mirov li mafê jîyanê bêpar dike, hertim yek ji wan amûran bûye ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê li dijî dijberên xwe û nemaze li dijî Kurdan bikar anîye. Armanca rejîmê ev e ku bikaribe tirsê bixe dilê kurdan û hewl û têkoşîna wan ji bo bidestveanîna mafên xwe yên rewa asteng bike. Di roja îro da ev amûr hîn bi awayekî xurttir tê bikaranîn û em dibînin ku çend rojan carekê çend lawên têkoşer tên darvekirin. Bêguman zêdebûna vê dîyardeyê nîşaneya tirsa rejîmê ye ji şoreşa nû ya Kurdistan û Îranê ku wekî Şoreşa Jînayê tê naskirin. Rejîma Îranê îro rojê di rewşa herî lawaz da ye. Tirsa hilweşîna pergalê ketîye nav hemû rayedarên vê rejîmê, lê dîsa jî hîn tundajoyên rejîmê di vê bawerîyê da ne ku dikarin bi mijagirtin ji tundî, îşkence, kuştin, darvekirin û sizayê zîndana giran şoreşa heyî tepeser bikin.

P: Bi nerîna we Komara Îslamiya Îranê bi îdamkirinên bilez û bêserşûnkirina girtiyan dikare pêşî ji xwenîşandanan bigire?

B: Her wekî ku min amaje pê kirî, Komara Îslamî îro di rewşa xwe ya herî lawaz da ye. Ji alîyekê givaşên navxweyî û navneteweyî gihiştine astekê ku nikare mifayê ji çavkanîyên berdest yên rewabûna sîyasî û hiqûqî bigire. Ji alîyekî din ve jî hîmê şoreşa li Kurdistanê û bi beşdarîyeke çalak û bêwêne ya jinê hatîye danîn. Bi boçûna min sizayên nedadmend ên bi vî rengî ku di gewhera xwe da li dijî hemû rêzik û rêgezên hiqûqî ne, tu caran nikarin gelên Îranê û nemaze gelê kurd ji serhildanê dilsar û bêhêvî bikin. Jixwe dîrok jî vê rastîyê diselmîne ku tu rejîmeke dictator nekarîye bi rêya mifagirtin ji şidetê berdewamîyên bi desthilatdarîya xwe bide. Lê divê mirov hin rastîyan jî berçav bigire. Tevî ku Kurdistan û Beloçistan bi awayekî berdewam û birêxistîbûyî hêzê didin peykerê şoreşê, gelên din û bi gotineke din herêmên ku fars, azerî û hwd lê niştecih in, heger ku bêdeng jî nebin, xwepêşandanên xurt pêk naînin. Ev jî hem lêçûna şoreşê zêdetir dike, hem jî bare berpirsîyarîya kurd û beloçan girantir dike. Nexwe li gorî boçûna min şoreşa heyî xwedî hemû pîvanên serkeftinê ye û bi van kiryarên hovane nayê vemirandin.

P: Gelo Saziya Lêborîna Navnetewî û saziyên mafên mirovî dikarin pêşî îdamkirina bikoma hevwelatan ji Komara Îslamî bigire, û herwisa ev bandora wan saziyan li ser pêşîgirtin ji îdamkirina heye?

B: Em di serdemekê da dijîn ku pergala Neteweyên Yekbûyî li cîhanê hakim e. Serwerîya sîyasî hêmana bingehîn a vê pergalê ye. Li kêlek serwerîya sîyasî, di vê pergalê da hertim tekezî li ser parastina aştî û ewlehîya navneteweyî tê kirin ku armanca vê rêgeza sîyasî-hiqûqî jî dabînkirina rêgeza yekparebûna axê ya endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye. Bi vê pêşgotinê dixwazim bibêjim ku hemû rêzikên hiqûqa navneteweyî li ser bingeha parastina dewletê hatine dariştin. Dewlet e ku wekî mijara sereke ya hiqûqa navneteweyî tê dîtin. Sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku di bin seywana Neteweyên Yekbûyî da dixebitin û herwiha sazî û rêxistinên serbixwe yên ku têkoşîna parastina mafên mirovan dikin, tu caran ji vê çarçoveya hiqûqî dernakevin ku di rêziknameya Neteweyên Yekbûyî da amaje bi wan hatîye kirin. Ji alîyekî din ve, hêza hiqûqî ya wan sazîyan ewqas nîne ku bikaribin dewletekî mîna Îranê bi awayekî berbiçav tengav bikin.

Wekî delîlê vê angaştê mirov dikare xwe bispêre pêngava vê dawîyê a Konseya Mafên Mirovan. Vê konseyê biryar da ku komîteyekê ji bo lêgerîna heqîqetêê têkildarî bûyerên çend mehên dawî yên ku li îranê qewimîbûn ava bike. Armanca komîteyê ev e ku li ser binpêkirina mafên mirovan lêkolîn bike. Lê em dibînin ku rejîmê heya roja îro jî guh nedaye civaka navneteweyî û asta binpêkarîyên mafên mirovan hîn ji berê jî zêdetir bûye. Tenê xala erênî ya hêjayî amajeyê derbarê pêngavên wan sazî û rêxistinan da ev e ku bala raya giştî ya cîhanê dikêşin ser binpêkarîyên ku li Îranê rû didin û dibin çavkanîyek ji bo xurtkitina givaşên sîyasî û dîplomatîk li ser rejîma xwînxrar ya hakim. 

P: Gelo di heyama hefteyên derbasbûyî de me dît ku parlementerên parlementoya Ewropayê kefaleta girtiyên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê digirtin bistûyê xwe, lê, Komara Îslamî ti hesabek bo wan nekir û girtiyan îdam dike, ev kiryara çi encamek li pey heye bo rejîma Îranê?

B:“Kefaleta sîyasî” an jî bi gotineke din “destekdêrîya sîyasî” di wêjeya hiqûqî da dîyardeyeke nû ye. Ev têgih cara pêşîn sala 2003yan ji hêla parlamentoya Almanîyayê ve ket rojevê. Îro nûnerên parlamentoyên hin welatên mîna Almanîya, Swêd û Awisturyayê kefaleta wan girtîyan li xwe digirin ku sizayê bidarvekirin an zîndana giran li wan hatîye birîn. Armanca kefaleta sîyasî ev e ku rewşa kesên sizaxwarî bikeve rojeva medyaya cîhanê û bi vî awayî jî raya giştî hay ji wan gefan hebe ku li ser jîyana kesên sizaxwarî ne. Herwiha armanca kesên ku kefaleta sîyasî ya sizaxwarîyên kurd û îranî qebûl dikin jî ev e ku pêşîya bidarvekirina wan girtîyan bigirin. Lê bi raya piranîya hiqûqnasan, kefaleta sîyasî ewqas bibandor nîne ku vê armancê pêk bîne. Kefaleta sîyasî tenê wê demê dikare karîger beku li welatekê serdestîya qanûnê hakim be û qanûn jî bi awayekî dadmend hatibin dariştin. Lewra bi raya min pêngavekî bi vî awayî tenê alîkarîyê vê çendê dikin ku rejîm di asta navneteweyî de û di raya giştî ya cîhanê de rûreştir bê dîtin. Helbet ew rûreşîya sîyasî dikare ji bo gelê Îranê erênî be. Lewra civaka navneteweyî dikare her ku diçe pêngavên hiqûqî yên bibandortir li dijî rejîmê rake û belkî hevdengîya civaka navneteweyî bigihîne astekê ku rê li ber destverdana mirovî xweş bike.

P: Gelo rejîma Îranê biryara îdamkirina welatiyên hevwelatiyên dualî daye, welatê duyem dikare pêşî jê bigire an na? Eger wê biryarê cî bi cî bike çi encamek dikare li pey hebe?

B: Girtin û sizadana îranîyên ku di heman demê da hemwelatîyê welatekî din in, ji bo rejîma Îranê bûbû derfetek û karteke givaşxistinê ji bo bidestveanîna serpişkîyên malî û sîyasî. Dema mirov li lîsteya wan girtîyan dinêre dibîne ku piranîya wan hemwelatîyê welatên zilhêz ên rojavayî bûne. Berê hemû hewla rejîmê ev bû ku bi rêya wan girtîyan zemînê ji bo sistkirina embargoya aborî an jî pevguherandina girtîyan xweş bike. Lê vê dawîyê sepandina sizayê zîndana giran û darvekirinê li ser wan kesan ji hêla pergala dadwerîya rejîmê ve nîşaneya vê çendê ye ku rejîm gelek di tengezarîyê da ye. Ez ne bawer in ku rejîmeke terorîst a wekî rejîma hakim li Îranê ku tu rêzê li rêzikên hiqûqî nagire, bi rêya sizayên wan welatan bê hefsarkirin. Lê  bêguman her ku rejîm sizayên zêdetir li ser şarwendên bîyanî bisepîne, dê rê ji bo pêngavên beranber yên xurttir xweş bibe.  

P:  Gelo li pêka yasa ayîna Îslamê, kesên ku qetlên bi zanebûn encam dabin dikarî cezayê îdamê bo wan bibirî, lê, Komara Îslamiya Îranê, xwenîşanderan ku tenê daxwaza mafên rewa û azadiya xwe dikin wan îdam dike, hîn vê yekê çawa dinirxînin?

B: Belê her wekî ku we jî amaje pê kir, di pergala hiqûqî ya îslamê da ku îro rojê li cîhanê di nava çend pergalên hiqûqî yên sereke da cih digire, qisas êk ji wan sizayan e ku ji bo kuştina biqest hatîye berçavgirtin. Tevî ku rêzikên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan vê sizaya nemirovane red dikin jî, lê belê em dibînin ku li gelek welatan ev siza hîn jî li ser bingeha ayîna îslamê tê cîbicîkirin. Lê rewşa îranê gelek cuda ye. Rejîm ne tenê bidarvekirinê wekî sizayê kuştina biqest cîbicî dike, di heman demê da vê sizayê ji bo lîsteyeke dûr û dirêj a tawanan berçav digire ku di qanûnên vî welatî da cih digirin. Bo nimûne mirov dikare amaje bi tawanên mîna dijminîya xwedê an têkdana ewlehîya neteweyî bike. Di heyama çend mehên borî da, me dît ku dadgehên rejîmê di biryardanên xwe da şîroveya herî vekirî ji bo wan sernavên tawanan bingeh digirin. Armanc ji vê çendê ev e ku gelên Îranê û bi taybetî gelê me çavtirsandî bikin. Li ser bingeha wan şîroveyên vekirî, kî pêngavekê ji bo xwastin an xwedîderketina ji maf û azadîyên xwe rake, dijminê xwedê û têkderê ewlehîya neteweyî tê dîtin û sizayê bidarvekirinê li serê tê sepandin. Lewra ev bidarvekirin di çarçoveya wan qanûnan da pêk tên ku ji hêla hêza qanûnsaz a Îranê ve hatine dariştin û pesendkirin û ji hêla rewabûn û dadmendîyê ve di asta herî nizm da ne.

Sabîr Ebdulahî

Pisporê Maf