Serokê Oda Bazirganiya Tehranê “Mes`ûd Xwansarî” gotiye ku, derkevtina darayî ji Îranê gihîştiye bi zêdetir ji 10 milyard Dolarî û tê berhevdan ku derkevtina darayî ji Îranê zêdetir bibe.
Serokê Oda Bazirganiya Tehranê “Mes`ûd Xwansarî” tevî tekezkirin li ser derkevtina kesên elît ji Îranê daye zanîn ku, derkevtina darayî ji Îranê di salê de gihîştiye 10 milyard Dolaran û pêka rewşa heyî dê derkevtina darayî ji Îranê zêdetir bibe û rewşa civakî û aboriya Îranê gelek dijwartir bibe.
Herwisa “Mes`ûd Xwansarî” daye zanîn ku, neşiyana Îranê di firotina asayî ya neftê de zêdetir ji milyardek Dolar xisar bi aboriya Îranê xistiye.
Ragihandinên girêdayî rejîma Îranê belav kirine ku, ji sala 1390`an a Rojî ve heta sala 1400`an zêdetir ji 97 milyard Dolar ji darayiya Îranê ji welat derkevtiye.