Malbata Simkoyê Şikak bi hilkefta 2`ê Rêbendanê 77emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê li Mihabadê peyamek belav kir
Silav bo rihê şehîdên Kurd û Kurdistanê, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz be
Di rewşeke wiha aloz de bo rejîma dîkator a Îranê û giwaşên hemû alî û tehrîmên navnetewî li ser vê rejîmê, em wek malbata Simko 2ê Rêbendanê, salroja avakirina Komara Kurdistanê bi dilek geş û pir ji hêvî bo serketinên herî mezin û gihîştin bi armancên bilind û mafên rewa yên gelê Kurd, li we xelkê têkoşer û azadîxwaz û bi taybet pêşmergeyên qehreman û tev serhildêrên bivêr ên li girtîgehan, ser şeqaman û qadên cuda yên serhildanê pîroz dikin.
Di rewşeke wiha de yekîtî, yekrêzî û kar û helwestên hevpar ên partiyên Rojhilatê Kurdistanê roleke herî girîng di bidestveanîna mafê gelê Kurd de he ne, em wek malbata şehîd Simko, ji tev partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û xelkê xwedî xîret ên Kurdistanê daxwaz dikin ku, di vê heyama hestiyar de di her rewşekê de piştevanê hev bin da ku bikarin bi serbilindî û destkevtên mezin ên netewî ji vê qonaxê derbas bibin.
Serbikeve “Şoreşa Jîna”yê
Silav ji rihê şehîdên azadiya Kurdistanê
Malbata Simko
2ê Rêbendana 1401an a Rojî
22ê Kanûna Paşîna 2023`an