Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

31 jinên girtî di nameyeke serwerkirî de daxwaza bidawî anîna îdamkirina serhildêran kirin

10:24 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Li girtîgeha Êvîna Kerecê 31 girtiyên “siyasî û eqîdetî” yên jin, di nameyeke serwekirî de, ji rejîma Îranê daxwazkirin da ku îdamkirin û dana cezayên nedadperwerane ji serhildêran re dawiyê pê bîne.

Herwisa di beşek li vê nameya serkewerî ya wan 31 jinên girtî de hatiye: “Di pêvajoya neheq û nezelal de, li ser hev 124 sal cazayê girtîgehê li ser me hemûyan de hatiye sepandin, ev bedela jiyana çend nifşên mirovan e.

Di berdewamiya nameya wan 30 girtiyên jin yên “siyasî û eqîdetî” de hatiye: “Em ji mafên xelkê ji bo jiyana wekhev berevaniyê dikin, bawerî û derbasiya mesebî û siyasiya me her çi be, yên weke, Berevankarên Mafê Jinan, Marksîstan, Mafê Mirovî, Çalakvanên Jîngehî, Çalakvanên Xwandekarî, Çalakvanên Çep, Dayîkên Mafxwaz û Dayîkên Parka Lale, Peyrewên Êrfana Helqe, File, Buhayî, Seltenet xwaz, Endamên Navenda Neteweyî ya Elîtan, Lêkoler û Çalakvanên Mafê Zarokan, hemû bihevre na dibêjin bi îdam kirinan”.