Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara binpêkirina mafê mirovî di meha Befranbarê de/ 11 kes hatine îdamkirin

10:30 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Navenda amarî ya mafê mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Chaw News”, di raporekê de binpêkariyên mafê mirovî li meha Befranbara 1401an a Rojî belav kiriye.

Li meşa serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê di meha Befranbarê de, kesek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye şehîdkirin û 18 kes jî birîndar bûne.

Her li gor vê amarê, bi giştî di wê mehê de 106 kes ji welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê 11 welatî bi tohmetên cuda di meha Befranbara 1401an de hatine îdamkirin.

Herwisa di heyama wê mehê de 5 haletên xwekujiyê hebûne.

Li gorî amara “Chaw News”ê li Rojhilatê Kurdistanê 3 kolber bi teqeya hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.