
Du Welatiyên xelkê bajarê Bokanê yên bi navê “Elî Gulmihemedî û Welî Gulmihemedî” ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, qedera wan nerohn e.
Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya“Kurda”yê, tevî derbasbûna heftiyek ji binçavkirina “Elî Gulmihemedî û Welî Gulmihemedî” û lipeykevtina malbata wan, heta niha ti zaniyariyek ji qeder û cihê ragirtina wan du birayên xelkê bajarê Bokanê li ber dest nîne.
Yek ji wan birayan ê bi navê “Elî Gulmihemedî” nexweşiya dil û şekerê heye û “Welî Gulmihemedî” jî nexwşiya “Asm”ê heye û rohn nebûna qedera wan du birayan malbata wan xistiye nigeraniyê.
Ew du birayên xelkê bajarê Bokanê bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine binçavkirin û heta niha sedema binçavkirin û cihê ragirtina wan welatiyan nehatiye zanîn.