Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatên Birîtaniya û Feransayê ji bo “Kemal Kerîmî” webînarek bi rê ve çû

10:58 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Komîteyên Hizbê li derveyî welat bi boneya 2ê Rêbendanê, 77emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, webînareke onlayn ji bo Endamê Birêveberiya Hizbê, “Kemal Kerîmî” pîk anî.

Roja Yekşemî 2ê Rêbendana 140an a Rojî, bi hilkefta 2ê Rêbendanê, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, komîteya Birîtaniya û Feransayê bi hevbeşî webînarek li tora civakiya “Zoom”ê ji bo rêzdar “Kemal Kerîmî”, Endamê Navenda Birêveberiya PDKÎ pêk anî.

Ev webînare bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xulek bêdengî ji bo canê paqij ê şehîdan bi taybet şehîdên şoreşa vê dawiyê ya gelê me û karwanê şehîdên Pêşewayê nemir hate destpêkirin.

Rêzdar Kemal Kerîmî di destpêkê de bi kurtî behsa piraniya serhildanên beriya Komara Kurdistanê kir, ku ti yek ji wan serhildanan nekarîn bibin bi serhildaneke berfireh û giştgîr, lê Komara Kurdistanê di bin serokayetiya Pêşewayê nemir de karî hemû beşên civaka Kurdî li dora xwe kom bike û hikûmetek pêşkevtî pêk bîne ku heta niha jî digel be tiştên wisa bi xwe ve nedîtiye.

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de behsa rola Komarê di warê perwerde û ciwanan de kir û balkişand li ser kesayetiya jinan û komkirina wan di nava Yekîtiya Jinên Demokrat û beşdarîkirina wan di karên siyasî de.