Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; Li Îran 525 serhildêr hatine şehîdkirin

11:02 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Ji 26ê meha Xermananê heta 2ê Rêbendanê, 525 serhildêr ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Pêka dawî amra organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê “Hêrana”yê, ji 26ê Xermananê heta 2ê Rêbendana 1401an a Rojî, bilî amara îdamkirinê 525 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên serkutker yên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku 71 kes ji wan zarok in.

Li gor vê amarê, heta niha zêdetir ji 19 hezar û 571 kes hatine binçavkirin ku bi tenê nasnameya 5 Hezar û 29 kes ji wan hatiye zanîn.

Ji 26ê Xermananê heta 2ê Rêbendanê, 168 zarok û 714 xwendekar ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û cezayê girtîgehê li ser 736 kes ji serhildaran de hatiye sepandin û 4 kes ji wan hatine îdamkirin û rejîma Îranê 12 hezar û 318 meh girtigeh bi ser wan de sepandiye; Herwisa metirsiya sepandina tohmetên metirsîdar bi ser 110 kes binçavkiriyan de heye.

Heta niha li 146 bajarên Kurdistan û Îranê de 1,260 kombûnên nerizayetiyê li zanîngeh û bajaran de hatine lidarxistin.

Li gor Ajana Nûçegihaniya Kurdpayê, li Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka serhildana Jînayê ve heta niha zêdetir ji 122 serhildêr ji aliyê hêzên serkutker ên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.