Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm tohmetên sîxurî bi ser xwenîşanderên girtî de disepîne

12:11 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Rejîma Îranê ku bi awayê kom hejmarek ciwanên parêzgeha Urmiyê girtibûn, tohmetên sîxurî bi ser wan de disepîne.

Nûçegihaniya “Îrna” ya ser bi rejîma Îranê ku roja 26ê Xezelwera 1401an a Rojî, îdia kiribû ku 25 kes ji ciwanên taxên Urmiyê hatine girtin û hejmarek ji wan bi temen in û 8 jin jî di nav wan de hene û wan digel saziyên sîxurî, kar dikirin”, lê piştî du mehan “Komîteya Lipeykevtin ji Rewşa Girtiya” ev îdiaya rejîmê bi direw derxist.

Piştî derbasbûna du meh û nîv ji belavkirina wê nûçeyê, “Komîteya Lipeykevtin ji Rewşa Girtiya” roja Yekşemî 2ê Rêbendanê, bi weşana raporekê berevajî ji îdiayên medya û navendên rejîma Îranê daye zanîn: “Hejmarek zêde ji binçavkiriyan di dosiyeya “Ciwanên taxên Urmiyê” de, zarok û temenê wan kêm bûye û di nav wan de heta keçek 15 salî jî heye”.

Pêka vê raporê, di niha de 16 kes pêwendîdar bi wê dosiyayê di bin lipeykevtina dadgehên rejîmê de ne û berevajiya îdiayên rejîmê, ti yek ji wan hevdu nas nakin û tenê di bin givaşa hêzên rejîmê de yên wek destdirêjî li ser wan, îşkence û îtirafên bi zorê, neçar bi îtirafê li dijî hevdu bûne”.