
Roja Yekşemî 2ê Rêbendana 1401ana Rojî, mamoste Sabir Xudamuradî, pêşnmêjê Înê yê şehreka Qewex a bajarê Seqizê bo dadgeha taybet ya rûhaniyet a Hemedanê hat gazîkirin.
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê daye zanîn, di heyama du mehên derbasbûyî de, ew mamosteyê Olî yê Kurd ji bo cara duyem e ku ji aliyê dadgeha taybet a rûhaniyet a rejîma Îranê li bajarê Hemedanê tê gazîkirin.
Herwisa pêka Kurdpayê, sedema gazîkirina wî mamosteyê Olî yê Kurd piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê bûye.
Biryar bû civîna dadgeha mamoste Sabir Xudamuradî li rêkevta 13`ê Sermaweza îsal li dadgeha taybeya rûhaniyet a bajarê Hemedanê de bê lidarxistin, lê hatibû hilweşandin.