Belavoka “Telegraf”ê eşkere kiriye ku, piştî 10 pîlanên Spaha Pasdaran bo revandin û qetilkirina kesayetiyan li heyama sala derbasbûyî de, biryar hatiye standin ku bi vê sebebê vê saziyê weke girûpek terorîstî di cîhanê bidin naskirin.
Herwisa “Tom Tugendat” Wezîrê Ewlehî û “Suella Braverman” Serokwezîrê Birîtaniyayê, ji vê biryarê piştevanîkirine û tê çavnhêrî kirin ku di heyama çend rojên bê de ev nûçeya bi awayê fermî bê ragihandin.
Pêka vê raporê, tehrîmkirina vê girûpê, tê vê wateyê ku, endambûn di Saziya Spaha Pasdarana terorîst de, beşdarîkirin di civînên vê û hilgirtina arma vê di cihên giştî de bona piştevanîkirin ji çalakiyên vê tawan tê hesabkirin.
Her di vê pwendiyê de, “Ben Relly Smith” Êdîtorê siyasî yê Telegrafê li rûpela Twittera xwe ev rapora weşandiye.