Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 2ê Rêbendanê li Danmarkê semînarek hat lidarxistin

12:24 - 23 Kanûna Paşîn 2023

Komîteya PDKÎ li Danmarkê bi hevkariya “Federasiyona Komelên Kurdî li Danmarkê, semînarek bi hilkefta 2ê Rêbendanê li jêr navê “Paşeroja Rojhilatê Kurdistan li Jêopolîtîka Zagrosê de” bo şirovekarê Siyasî “Kawe Ahengerî” lidar xist.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey reqîb” û bîstek bêdengê bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan dest pêkir.

Di destpêkê se, birêveberê semînarê “Sîrwan Şelmaşî” bi nûneratî ji Komîteya PDKÎ, bixêrhatin ji beşdarbûyên semînar û “Kawe Ahengerî” kir.

Piştre Cihgirê Berpirsê Komîtê û berpirsê Giştî yê Teşkîtala Danmarkê “Hisên Mehmûdî” peyama Komîteya “PDKΔyê pêşkêş kir.

Piştî peyama Komîteyê, Kawe Ahengerî semînara xwe dest pêkir û basek hûr li ser jêopolîtîkê û 5 teorî-projeyan kir ku di pêkanîna şer, aşitî û şêwaza birêveberiyê de bibandor in.

Herwisa navbirî di dawiyê de li ser yekîtiya Zagrosê û hevpeymanetiya di navbera Lor û Kurd de tekezî kir ku xwediyê Zagrosê ne.

Di berdewamiya Semînarê de mûzîkek ji aliyê “Amanc Zara” ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa peyamên pîrozbahî yên “Encumena Girtiyên Siyasî, Partiya “Sû`î” ya Komîteya Danmarkê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistan, Partiya Sûsiyalîst a Kurdistan-Danmark, Hakpar, Federasiyona Komelên Kurdî-Danmark, Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK”ê, hatine xwendin.

Herwisa “Kejwan Yûsifî” jî helbestke pêşkêş kir.

Piştre Berpirsê Komîteya Danmarkê “Cemşîd Xusrewî”, ji aliyê Komîteyê ve “Kawe Ahengerî û Amanc Zara” xelat kirin.

Semînar bi pêşkêşkirina mûzîkek ji aliyê “Amanc Zara” yê ve bi dawî hat.