Li Hewlêrê bi helkefta 2ê Rêbendanê, salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li ser xalên hevbeş ên aliyên siyasî li Hewlêrê panêlek gotûbêjî bi rê ve çû..
Sibêdeha roja Yekşemî 2ê Rêbendana 1401an a Rojî, li bajarê Hewlêrê û di yada 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdstanê de, Encumena Ciwanên Kurdistanê ku pêk hatiye ji saziyên ciwanên partiyên siytasî yên Başûrê Kurdistanê, bi mebesta zêdetir ji yek nêzîkbûn û gotûbêja di navbera partiyên cuda û anîna ber behs a dîtingeh û nerînan li ser tev arîşeyan li Herêma Kurdistanê, panêleke gotûbêjî bo berpirsên hizban hate lidarxistin.
Li ser vexwandina encumenê, Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê birêz “Mihemed Salih Qaderî” û şandek ji Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê bi serperestiya Pêşewa Elîpûr, Sekreterê Yekîtiya Ciwanan di vê panêlê de beşdar bûn. .
Hêjayê behskirinê ye ku di vê panêlê de beşek hate diyarîkirin ji bo rêzlênan ji Hizba Demokrat wek hizba demezrîner a Komara Kurdistanê ku ji aliyê rêzdar “Meyser Ubêd” Serokê Encumena Ciwanan, Tendîsa Komara Kurdistanê û rêzlênanek pêşkêşê “Mihemed Saliha Qadirî” nûnerê PDKÎ hate kirin û paşê nûnerê Hizba Demokrat çend gotinek derheq salvegera avakirina Komara Kurdistanê û yadkirina wê rojê ji aliyê ciwanên Başûr ve û herwisa rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir.