Di bajarên “Ciwanro, Selasa Bawecanî û Sunqur”ê de bi hilkefta salvegera avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, çalakiyên bê mînak yên banghêjî hatine lidarxistin.
Li gor wêne û girte vîdiyoyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên Hizba Demokrat roja Yekşemî 2ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, bi belavkirina trakt, wêneyên Pêşewa “Qazî Mihemed” û herwisa siloganên Hizbî, yada avakirina Komara Kurdistanê bi bilind ragirtin.
Hogirên rê û rêbaza pir ji serweriya Hizba Demokrat di bajarê “Sunqur”ê de bi belavkirina trakt di şeqamên “Şehrejê, Welîesir û Termînal”ê de soza emegnasiya xwe digel Hizba demokrat û netewa xwe dubare kirin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî destxweşîkirin ji endam û alîgirên navxweyê welat, hêviya tendirûstî û berdewamiya wan di erkên Hizbî û netewî de dixwaze.