Mamoste Seyîd Mihemed Cemaledîn Wajî û mamoste Şerîf Memhmûdpûr, yên xelkên bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin binçavkirin û qedera wan nexuya ye.
Çavkaniyek haydar daye zanîn ku, şeva Duşemî 3`ê Befranbara 1401`ana Rojî(23`ê Kanûna Paşîna 2023`an), du mamosteyên Olî yên xelkê bajaroka Peswê ya ser bi bajarê Pîranşarê yên bi navên mamoste Seyîd Mihemed Cemaledîn Wajî, pêşnmêjê mizgefta Peswê û mamoste mela Şerîf Mehmûdpûr pêşnmêjê mizigefta Mihemed Resûlila ya Peswê, bi bê ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên hikûmetî ve, piştî êrîşkirina li ser wan her du mamosteyên Olî, ev binçav kirine.
Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriyeku,, ew her du mamosteyên Olî piştî piştevanîkirin li daxuyuaniya hejmara du ya mamosteyên Olî yên bajarê Nexede, Pîranşar û Şinoyê, hatine binçavkirin ku, di vê daxuyaniyê de, binçavkirin, îdamkirin û îşkencekirina hevwelatiyan ji aliyê Hikûmeta Îslamiya Îranê ve bi tundî şermezar kirin.
Heta dema amadebûna wê nûçeyê li derheq çarenivîsa navbiriyan ti zanyariyek ji ber dest nine.