
“Şaho Husênî” hunermendê xelkê bajarê “Pawê” piştî belavbûna nûtirîn berhema wî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin.
Roja Duşemî 3ê Rêbendanê, hunermendek xwedî helwest yê Kurd yê bi navê “Şaho Husênî” xelkê bajarê “Pawê” piştî belavbûna nûtirîna berhema wî ya bi navê “Bêlaçav” ku bi mebesta piştivanî kirin ji gelên serhildayî yên Îranê û bitaybet Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Hêzên çekdar yên rejîma Îranê piştî serhildana gelên Îranê li dijî desthilata vê rejîmê destkiriye bi binçavkirina bikom ya ciwanan bitaybet ciwanên Kurdistanê û roj nîne ku li Kurdistanê çendîn kes neyên binçavkirin.