Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rêûresmekê de li welatê Ortîşê, yada 2ê Rêbendanê bi bilind hate ragirtin

10:24 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Komîteya PDKÎ li Ortîşê, di rêûresmekê de 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz kir.

Roja Yekşemî 2ê Rebenda sala 1401an a Rojî, ji aliyê Komîteya Hizba Demokrat li Ortîşê û beşdariya endam û alîgirên Hizbê ve, rêûresmek di bajarê “Viyen”ê de bo pîrozkirina 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê lidar xist, peyama Komîteya PDKÎ li Ortîşê ji aliyê Berpirsê Komîteya Hizbê li Otrîşê Dr. “Ceza Salihî” ve hate pêşkêşkirin.

Di beşek ji vê peyama Komîteyê de basek ji rewşa siyasiya zal bi ser Rojhilatê Kurdistan, Îran û civaka navnetewî ya serdema şerê 2 yê cîhanî û çawaniya rewşê li serdema avakirina Komeleya “JK” û Hizba Demokrat, armanc û bername û programa wan her du saziyan, avakirina Komara Kurdistanê û destkevtên vê Komarê, hiloşîna Komara Kurdistan, bi sêdaredana rêberên Komara Kurdistanê û rewşa xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji hiloşîna Komarê heta serdema niha, pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmê hate kirin.

Herwisa bas ji “Şoreşa Jîna”yê bi silogana “Jin, Jiyan, Azsadî” û hilbûna agirê şoreşeke nû li seranserê Îranê ji aliyê xelkê Kurdistan û rêkxiravên Kurdistanî, destkevtên vê şoreşa nû û kêmasiyên vê şoreşê û astengên ser rêya pêkanîna enyekê ku bikare nûneratiya şoreşa nû di civaka navneteweyî de bike, beşek din ji naveroka peyama Komîteya Hizba Demokrat bûn ku ji aliyê Dr. “Ceza Salihî” ve pêşkîş bi amadebûyên vê rêûresmê hat kirin.