Bi hilkefta 2ê Rêbendanê, salvegera 77emîn salvegera Komara Kurdistanê, roja 22ê Kanûna Paşîn a 2023an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li hola Partiya Yekîtî ya Kurdistanê li bajarê Qamişlo semînarek lidar xist.
Di wê semînarê de hejmarek kesayetî û siysetmedar, nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn û yad û bîra salvegera Komara Kurdistanê bilind nirxandin.
Ew semînare ji aliyê dîroknas “Faris Osman” ve hat pêşkêşkirin û navbirî axavtinek dûr û dirêj li ser Komara Kurdistanê kir û bi gengeşeya amedeyan hate zengîngirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê hemû salekê wê hilkefta dîrokî ya gelê Kurd bi bilindî dinirxîne.