Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê li ser hev 164 berpirs û 31 navendên ser bi Spaha Pasdaran tehrîm kir

11:25 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 3`ê Rêbendana 1401`ana Rojî(23`ê Kanûna Paşîna 2023`an), Yekîtiya Ewropayê di biryareke nû de, 18 berpirs û 19 navendên li Îranê yên ku  li xwenîşandanên seransrî yên Kurdistan û Îranê de di binpêkirina mafê mirov de rol hebûne tehrîmkirin.

Di vê lîsteya nû ya tehrîmên Yekîtiya Ewropayê de, navên berpirsên dewletî, bi nav nûnerên mecilsa rejîmê, kesayetiyên girîng yên siyasî û meydayî, herwisa endamên payebilind yên hêzên întizamî û ewlehî yên Spaha Pasdarana rejîmê xuya ne.

Di destpêka xwenîşandanên nerizayetiyên seranserî li Kurdistan û Îranê de, ew çaremîn lîsteya tehrîmane ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve li dijî rejîmê hatiye ragihandin ku li ser hev 164 berpirs û 31 navendan ji xwe digire.

Di vê biryara nû ya tehrîmên Yekîtiya Ewropayê de, navendên hikûmetî, kampaniyên şexsî yên zixmeguzariyên ewlehî û kesên ku azadiya gotinê qedexe an sînûrdar an caza danê de dest hebûne cih digirin.

Herwisa, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî, roja Duşemî, 10 berpirsên payebilind yên rejîma Îranê û Navenda Te`awona Spaha Pasdaran ku di serkutkirina xwenîşanderan de rol hebûne tehrîm kir.

Wezarata Xezînedariya Amerîkayê, 5 endamên heyeta birêveberiya Navenda Te`avonê, Cêhgirê Wezîrê Îtla`ata rejîmê û 4 fermanderên payebilind yên Spaha Pasdarana terorîst di lîsteya nû ya tehrîman de zêde kir.