
Roja Sêşemî 4`ê Rêbendana 1401`ana Rojî, li gundê Bêwrana xwarê ya ser bi bajarê Serdeştê hêzên serkutker yên rejîma Îranê êrîşkirin li ser mala şehîd “Hêmn Hemize”, û sê birayên wî şehîdî birîndar kirin.
Di encama teqeya hêzên serkutker yên rejîmê li malbata şehîd “Hêmn Hemze” şehîdê nû yê şoreşa Jînayê de, sê birayên şehîd Hêmin yên bi navên, “Azad, Ebdula û Mihemed Hemze” birîndar bûn.