Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almaniyayê semînarek bo 2ê Rêbendanê hat lidarxistin

18:46 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 2ê Rêbendanê, Komîteya devera “Noronbêrg” û “Ştutgard”ê li welatê “Almaniya”yê bi beşdariya hizb, alî û rêkxiravên Kurdistanî semînarek di du panêlan de bo “Xalid Hesenpûr” endamê Rêveberî û “Mamend Roje” kesayetiyê akadimî yê Rojhilatê Kurdistanê û “Nehiye Xweşkelam” çalakvana mafê jinan birê ve çû.

Semînar ji aliyê Yekîtiya Ciwanan yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin.

Di berdewamiya semînarê de ji “Xalid Hesenpûr” endamê Rêveberiya PDKÎ û “Mamend Roje” hat daxwazkirin ku penêla yekê pêşkeşî amadebûyan bikin.

Di penêla yekê de bas ji Komara Kurdistanê û PDKÎ hat kirin û herwisa bas li şoreşa Jînayê û rewşa niha ya wê şoreşê hat kirin.

Di penêla Duyem û dawiyê de jî, “Nehiye Xweşkelam” gotarek li derheq danaberhev a şoreşa jîna yê pêşkeşî amadebûyan kir.