Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekarekî Kurd xelkê bajarê “Urmiyê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin

18:47 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 2ê Rêbendanê, xwandekarekî Kurd, yê xelkê bajarê “Urmiyê” yê bi navê “Eşkan Omercûyî” ku xwandekarê beşa “Ziman û Wêjeya Kurdî” li zanîngeha “Kurdistan”ê ya bajarê “Sinê” ye,li wî bajarî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Digel destpêka şoreşa “Jîna”yê û serhildana hemû tex û qatên cuda yên civakê xwandekar ji yek ji wan qatên civakê bûn ku bi awayeke xuya û berfireh di serhildanê de rol lîstin, lêwma piştî vê yekê giwaş bo ser xwandekaran û binçavkirin û revandina wan ji aliyê hêzên rejîmê ve gelek zêdetir bûye.