Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 2`ê Rêbendanê li Swîsê semînarek bo Xalid Ezîzî hat lidarxistin

20:11 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 3`ê Rêbendana 1401`ana Rojî(23`ê Kanûna Paşîna 2023`an), li welatê Swîsê, bi amadebûna nûnerên hêz û aliyên Kurdistanî û Îranî û endam û alîgirên PDKÎ û Kurdên rûniştiyê wî welatî, semînareke siyasî bo “Xalid Ezîzî” Berdevkê PDKÎ birê ve çû.

Semînar bi xwandina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek  bê dengî bo rêzgirtin ji riha pak yê şehîdan dest pê kir.

Piştire “Zahir Qadir Hacî”, Berpirsê Komîtey Hizbê li wî welatî d tevî xêrhatin gotin bi “Xalid Ezîzî” û mêhvanên semînarê û aliyên beşdar, peyama komîteya Hizbê li wî welatî pêşkêş kir.

Piştire “Xalid Ezîzî”, axavtinên xwe bi bîranîna Komara Kurdistanê destpê kir û bas ji avakirina Komara Kurdistanê û herwisa ezmûnên wê Komarê kir ku bi awayek bê mînak, pilan bo hatibû darêtin, 77 salan berî niha ji aliyê Hizba Demokrat û şexsê yekem “Pêşewa Qazî Mihemed” ve hatibû ragihandin û her di bin siya wê ezmûnê de xebat dikin bo rêkixistinkirin û hevkarîkirin digel damezraveyên Kurdistanî û Îraniyan bo domandina xebat li dijî rejîma Îslamiya Îranê, bitaybet piştî şoreşa nû ya gelên Îranê.

“Ezîzî”, di berdewamiya axavtinên xwe de got: Dibe piştî hiloşîna rejîma Komara Îslamî, sîstemeke dîsantiryalîze bê cihgiîr kirin û desthilatek bê avakirin ku hemû netewe û alî bi bîr û hizrên cuda  bigihîjin bi mafên xwe, ku bilî vê ti sîstemek wir xwe ranagire û xebat û tekoşîna me berdewam dibe heta bidestveanîna mafên gelê Kurd. Em naxwazin bi komkirina desthilatê li navenda Îrana paşerojê de, mafê gelê me bê binpêkirin ku bi xatircemî ve dîktatoriyê li pey xwe tîne.