Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li cihên cuda bi rê ve çû

20:13 - 24 Kanûna Paşîn 2023

Şeş hizbên Bakurê Kurdistanê rêûresmek bi hilkefta salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Amedê bi rê ve birin.

Roja Duşemî 3ê Rêbendana 1401an a Rojî, bo rêzgirtin ji yad û bîra damezrandina Komara Kurdistanê, rêûresmek ji aliyê şeş Partiyên Bakurê Kurdistanê ve bi rê ve çû, herwisa di vê rêûresmê de peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê hate pêşkêşkirin.

Li bajarê “Stavrapol” yê ser bi welatê Rûsiyayê bi destpêşxeriya Rewenda Kurd rêûresmek bo bilindragirtina yad û bîra Komara Kurdistanê pêk hat û “Memê Mamo” Berpirsê Rewenda Kurdistanî li welatê Soviyeta berê û Asiya, çend gotinek pêşkêş kir.

Li welatê Qirqîzistanê li bajarê “Bîşkêk”ê komek rewşenbîrên Kurd bi kombûnek taybet yada Komara Kurdistanê bilind nirxandin û “Şêx Remezan”, Serokê Federasiyona Komelên Kurd li Soviyeta berê çend gotinek bi vê hilkeftê pêşkêş kir.

Li bajarê “Tiflîs” yê ser bi welatê Gurcistanê komek ji rewşenbîr û nivîserên Kurd her bi vê hilkeftê semînarek rêk xistin û “Hejarî Şamî” û xatûn “Bila Sitûrkî” û “Zaza Keleşov” bo amadebûyan axavtin kirin.

Di vê semaînarê de rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” Nûnerê PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi awayî vîdyo gotinek bi hilkefta salvegara Komara Kurdistanê pêşkêşê amadebûyan kir.