Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Elî El-Zeydî, bi armanca bidawîanîna desthilatdariya koma çekdar a "Ketaîb Hizbullah" a nêzîkî Îranê, biryara bicihkirina hêzên hevbeş ên hikûmetê li herêma stratêjîk a Curf El-Sexer (Curf El-Nesir) pesend kir û mukum e li ser cîbicîkirina vê biryarê.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku raporên îstîxbaratî û lêkolînên parlamentoyê aşkere kirin ku ev herêm veguheriye "dewleteke biçûk di nav dewletê de" û tê de binesaziyên leşkerî yên wekî tunelên bin erdê ji bo mûşek û dronan, girtîgehên nefermî û karên neyasayî yên mîna qaçaxçîtiya neftê, amûrên çapkirina dînarên sexte û derxistina diravên dîjîtal tên kirin.
Gorî zaniyariyan bi sedan Pasdar û pisporên Îranî li wî cihî de kar dikin.
Herwisa dosye ya destkarîkirina boriyên neftê yên herêmê ji bo dadweriyê hat şandin.
Herêma Curf El-Sexer ku li bakurê parêzgeha Babilê û 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê Bexdayê ye, xwedî girîngiyeke mezin a stratêjîk e û Bexdayê bi parêzgehên Enbar û Kerbelayê ve girê dide. Ji sala 2014an ve û piştî derxistina DAIŞê, ev herêm li ser niştecihên xwe yên resen hatiye girtin û ketiye bin kontrola Ketaîb Hizbullah.
Li gorî plana nû ya hikûmeta Iraqê, berpirsiyariya ewlehiya herêmê dê di navbera Artêşa Iraqê, Polîsê Federal, Heşda Şeibî û Polîsê Enerjiyê de bê dabeşkirin.
Li aliyê din, li hemberî helwesta tund a Ketaîb Hizbullah a ku vekişînê red dike û gefa şer dixwe, Îranê ji bo parastina pêgehên xwe û rêgirtina li pevçûnên çekdarî dest bi hewldanan kiriye. Di vê çarçoveyê de, Fermandarê Hêza Quds a Spaha Pasdaran Îsmaîl Qaanî ji bo navbeynkariyê serdana Bexdayê kir, lê li gorî zanyariyan hevdîtin gihîştine xitimandinê û El-Zeydî li ser bicihanîna dema diyarkirî bêyî dirêjkirinê rijd e.