Li gorî raporta nûçegihaniya Royterzê, Romen Gofmen Serokê Dezgeha zaniyarî a Derve a Îsraîlê, anku “Mûsadê” li sefera heftiya derbasbûyî de bo Amerîka, piştevaniya xwe bo egera encamdana êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê bi dijî Komara Îslamî daye xûya.
Royterzê li zarê du çavkaniyên agehdar ve belav kiriye ku Gofmen li Waşîngtinê ligel berpirsên dewleta Tiramp, ji wan Can Ratkilîf, Serokê Dezgeha nûçegihaniya Navendî a Amerîka, CAI kombûn û berhevdan û zanyariyên nûçegihaniya Îsraîlî hember bi Îranê xistiye ber destan.
Herwisa li gorî gotina medyayên Îsraîlî, Serokê Mûsadê ligel Sitîv Wîtkaf, nêrdeya taybet ê Tiramp bo karûbarên dîplomasiya taybet bi Îran û Okraynê kom bûne.
Ew livînane li demekê de ne ku Donald Tiramp li 9ê Novemberê de, piştî kombûn ligel Serokwezîrên Qeterê, ragehandibû ku li niha de xwe li êrîşkirina bo ser Îranê bi dûr digre.
Ji aliyek din ve, berpirsek Koşka Sipî bi Roytêrzê ragehandiye ku Tiramp li ser vê bawerê ye givaşên abûrî ên Waşingtinê dijî Komara Îslamî hinde wêranker bûye ku hewcehî bi encamdana operasyonên serbazî ên berfireh nake, lê di heman demê de tekezî kiriye ku serkomarê Amerîka hemû bijarde bo alxayînbûn ji vê ku Komara Îslamî tu carî dest bi çeka etomî nagehe li ber dest de ye.