Rêkxirava Lêborîna Navdewletî bi îşarekirin bi berdewamiya tepeserî û kuştara xwepîşanderan li Xezelwera 1398an heya nerizatiyên Befranbara 1404an, daxwaz li kora giştî a Neteweyên Yekgirtî kir û mîkanîzmeke Dadwerî bo lêpirsînê li bikerên cinayet bi dijî mirovahiyê li Îranê pêk bîne.
Li daxûyaniya wê rêkxiravê de hatiye ku parêzbendiya berpirsên Komara Îslamî li siza û lêpirsînê, bûye sedema dubarebûna pêla kuştar û tundûtîjiyê dijî xwepîşanderan, bi awayekî ku sizanedana biryarderan û bikerên şoreşa Jin Jiyan Azadî, li sala 1401an hand daye bo encamdana cinayetên mezintir û kuştara hezaran kes li Befranbara 1404an de.
Ew daxwaz di demekê de ye ku Jan Noêl Baro, Wezîrê Derve ê Feransa, roja Çarşemî 27ê Xezelwerê li parlemana welatê xwe de, tevî derbirîna piştevanî li xebata xelkê Îranê bo azadî, daxwaz kir ku kora giştî a neteweyên Yekgirtî biryarnameyekê pesend bike û tê de tawanên rejîma Îranê wekî, Tawan dijî Mirovahiyê binasîne.
Hevdem Antonî Gotrêş Sikirtêrê Giştî ê Neteweyên Yekgirî jî ragehand ku, rêkxirava wan kuştara xwepîşanderên befranbarê bi temamî şermezar kiriye, lê emraza hewce bo ragirtina binpêkariya mafê mirov li Îranê de li ber dest de nîne.
Lêborîna Navdewletî tekezî ji vê kiriye ku sîstema Dadweriya Komara Îslamî ne daxwaz û ne şiyana lêkolîn li tawanên berpirsên xwe heye, ji berk u civatgeha navdewletî dibe li rêya pêkanîna Mîkanîzma serbixwe dawiyê bi bazneya parêzbendiya tawanbaran bîne.