Serokên Amerîka, Çîn û Rûsyayê, Donald Trump, Şî Cînpîng û Vladîmîr Pûtîn, li bajarê Şenjenê yê Çînê ji bo hevdîtinên dualî û lûtkeyeke sêalî ya bêhempa hatin cem hev. Ev civîn di demekê de pêk tê ku cîhan bi gelek krîzên jeopolîtîk û aborî re rû bi rû ye.
Li gorî agahiyan ku ji mediayan ve hatine belavkirin, Tiramp berî civîna sêalî li Vîlaya Kîlînê bi awayekî cuda bi Pûtîn û Şî re civiya. Şêwirmendê Kremlînê Yûrî Ûşakov ragihand ku hevdîtina Tiramp û Pûtîn baş derbas bûye û mijara wê ya sereke şerê Ukraynê bû. Di hevdîtina bi Şî re jî, Tiramp pesnê başbûna peywendiyên bazirganî yên her du welatan da û tekez kir ku Amerîka û Çîn li ser rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve û parastina ticareta enerjiyê di Tengava Hormozê re xwedî berjewendiyên hevpar in. Şî jî ev peywendî wekî "aramiya stratejîk" pênase kir.
Mijarên herî girîng ên lûtkeya sêalî ev in: bidawîanîna şerê Ukraynê, rewşa Îranê, kêmkirina çekên nuklerî, nakokiyên bazirganî û pêşbirka li ser çîpên hişê çêkirî (AI).
Tevî geşbîniya Tiramp a ji bo encamên erênî, tê xuya ku ji ber berjewendiyên nakok ên van sê zilhêzan û kêmbûna desthilata navxweyî ya Tiramp, gihîştina lihevkirinên mezin û berbiçav di vê civînê de zehmet xuya dike.